Cîhan
Îran: Eger Amerîka planeke dijminane bike derbeyeke dîrokî dê bixwe
Îranê ragihand ku eger Washington planeke dijminane li dijî Tehranê pêk bîne, ew ê derbeyekê dîrokî li berjewendiyên leşkerî û aborî yên Amerîkayê bixe.
RûpelNews - Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsin Rizayi li Tehranê bi Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdurehman Al Sanî re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de, Rizayi diyar kir ku ew ji DYEyê bawer nakin û îdia kir ku DYEyê gelek caran xiyanet li dîplomasî û danûstandinan kir.
Rizaî got: "Em hişyarî didin ku eger DYA dest bi her çalakiyeke dijminane li dijî Îranê bike, em ê li berjewendiyên wan ên leşkerî û aborî derbeyeke wisa bixin ku dê di dîrokê de bimîne."
Rayedarê Îranî her wiha tekez kir ku, ji bo vekirina Tengava Hurmuzê, divê DYA pêşî gavên pratîkî bavêje da ku şertên Îranê pêk bîne.