Îran: Eger Amerîka êrîş bike em dê bersivê bidin
RûpelNews - Serokê Parlamentoya Îranê, Mihemed Baqir Qalibaf, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyekê da.
Qalibaf di daxuyaniya xwe de, bertek nîşanî gotinên Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth da, ku gotibû ku ew ê tankerên Îranê "hilweşînin û bixeniqînin."
Qalibaf destnîşan kir hilberîna petrol û gaza xwezayî ya herêmê li ser qadeke berfireh belav dibe û wiha got:
"Petrol û gazê yên Amerîkayê yên ku di van avan û li van tesîsan de cîh digirin, nayên parastin û rûbirûyê metirsiyê ne. Heke hûn êrîşî hebûnên me bikin, hûn ê jî rûbirûyê êrîşê bibin. Me berê jî ev yek îsbat kiriye."
Wezîrê Parastinê yê DYAyê Hegseth di 5ê Îlonê de di parvekirineke li ser hesabê xwe yê X de diyar kir ku eger Îran gule li keştiyên DYAyê bireşîne, ew ê tankerên petrolê yên Îranê 'hilweşînin û binav bikin.'