TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Daxwazên kurdan cîbicîkirina destûrê ye

📅 14 tebax 2026 10:57
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku divê komên çekdar ên li Iraqê çekên xwe deynin û hişyarî da ku eger na, welat dikare rûbirûyê îzolasyoneke herêmî û navneteweyî bibe. Barzanî tekez kir ku divê nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingeha destûrê werin çareserkirin. Derbarê paşeroja Rojava û Sûriyê de jî Barzanî diyar kir ku divê çareserî bi rêya diyaloga bi Şamê re û di çarçoveya Sûriyeke yekgirtî de were peydakirin.

RûpelNews - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser rojeva siyasî, ewlehî û aborî ya Iraqê nirxandinên girîng kirin. Di axaftina xwe ya ji bo televîzyona El Şerqiyeyê ya Iraqê de, Barzanî tekez kir ku divê çek tenê di bin kontrola dewletê de bin. Barzanî, ku destnîşan kir êrîşên komên çekdar, ne tenê li dijî Iraqê lê herwiha li dijî welatên cîran jî, zerarê didin ewlehî û paşeroja aborî ya welêt, bang li hêzên siyasî kir ku di vê mijarê de piştgiriya însiyatîfên Serokwezîr bikin.

Peyama piştgiriyê ji Îranê ji bo Bexdayê

Barzanî eşkere kir ku, di serdana xwe ya dawî ya ji bo Tehranê de, wî bi rayedarên payebilind ên Îranê re li ser mijara komên çekdar ên li Iraqê gotûbêj kiriye. Barzanî, ku diyar kir civîn li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî pêk hatiye, got ku rayedarên Îranê ew agahdar kirine ku ew amade ne di vî warî de alîkariya Bexdayê bikin.

Barzanî destnîşan kir ku wî bi taybetî pirsîbû ka gelo helwesta Îranê fermî ye, û got ku bersiva ku wî wergirtiye zelal bû. Li gorî vê yekê, Tehran amade ye ku ji bo çareserkirina pirsgirêka komên çekdar bi hikûmeta Iraqê re hevkariyê bike.

Barzanî got ku divê ev pirs ne wekî mijareke Îranê an Amerîkayê, lê berî her tiştî wekî mijareke navxweyî ya Iraqê were çareserkirin.

"Hewlêr û Bexde di heman keştiyê de ne"

Derbarê têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdeyê de, Barzanî tekez kir ku pirsgirêkên di navbera her du aliyan de divê li ser bingeha Destûra Bingehîn a Iraqê werin çareser kirin.

Barzanî, got ku piştî 2003an li ser sîstemeke federal li Iraqê lihevkirinek pêk hatibû û destnîşan kir ku tevî salên ku derbas bûne jî, ev sîstem bi temamî nehatiye cîbicîkirin. Barzanî, ku diyar kir daxwaza Herêma Kurdistanê tenê cîbicîkirina mafên xwe yên destûrî ye, destnîşan kir ku nêzîkatiya Bexdayê ya li hember Hewlêrê carinan xwedî karaktereke navendî bûye.

Barzanî peyam ragihand ku "çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ne tenê di berjewendiya kurdan de ye, lê di berjewendiya tevahiya Iraqê de ye".
Barzanî, ku diyar kir ku kurd beşeke yekpare ya siyasî û civakî ya Iraqê ne, got ku ew dixwaze pirsgirêkên Herêma Kurdistanê di çarçoveya Destûrê de û bi rêya diyalogê çareser bike. Bi bikaranîna gotina "Em hemû di heman keştiyê de ne", Barzanî destnîşan kir ku krîzeke ku li her beşekî Iraqê rû dide, nikare ji herêmên din veqetandî were nirxandin.

Divê Peymana Şingalê were cîbicîkirin

Barzanî her wiha tekez kir ku divê Peymana Şingalê were cîbicîkirin. Barzanî, ku diyar kir peyman, ya ku di sala 2020an de di navbera Enqere û Bexdayê de hatibû îmzekirin, dikare ewlekarî û aramiya siyasî bîne Şingalê, got ku divê komên çekdar ên neqanûnî yên li herêmê werin rakirin û divê destûr ji ezidiyên koçber re were dayîn ku vegerin malên xwe.

Barzanî tekez kir ku trajediya ku Ezîdiyan jiyane divê neyê veguherandin amûreke siyasî û diyar kir ku divê hem Hewlêr û hem jî Bexde ji bo vegera Ezîdiyan û ji bo misogerkirina ku ew di bin şert û mercên baştir de bijîn, berpirsiyariyê bigirin ser xwe.

Barzanî ji kurdên Rojava re: Çareserî di diyaloga bi Şamê re ye

Nêçîrvan Barzanî, behsa rewşa kurdên Rojava û Sûriyê kir û bang li hêzên siyasî yên kurd kir ku pirsgirêkên xwe bi rêya diyaloga bi Şamê re çareser bikin. Barzanî got ku mafên hemû civakan li Sûriyê, bi taybetî yên kurdan, divê di destûra nû de bên garantîkirin.

Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê naxwaze destwerdanê di diyarkirina modela siyasî ya ku dê li Sûriyê were cîbicîkirin de bike, lêbelê wî di heman demê de anî ziman ku ew amade ne ku ji bo parastina mafên kurdan û civakên din alîkariyê bikin.
Barzanî tekez kir ku divê paşeroja Kurdên Sûriyê di çarçoveya Sûriyeke yekgirtî de were diyarkirin û destnîşan kir ku lihevhatina di navbera kurdan û Şamê de ji bo aramiya li herêmê pir girîng e.

"Divê Iraq nebe beşê tu tewereyekê"

Barzanî, derbarê aloziyên li herêmê yên di navbera Amerîka Îsraîl û Îranê de axivî û got ku divê Iraq nekeve nav tu tewereyeke herêmî.

Barzanî diyar kir ku divê Iraq têkiliyên hevseng bi cîranên xwe re biparêze û got ku Herêma Kurdistanê, wek beşek ji Iraqê, dê rê nede ku bibe gef ji bo tu welatekî cîran.
Barzanî, ku amaje bi wê yekê kir ku rewşa aborî ya Iraqê jî rûbirûyê rîskên cidî ye, got ku geşedanên li Tengava Hurmizê, bi taybetî, rasterast bandorê li dahatên petrolê û rewşa aborî ya welêt dikin.

Barzanî bang li hemû hêzên siyasî kir ku piştgiriya hikûmeta Iraqê bikin û peyama "çarenûsa Herêma Kurdistanê ji ya Bexdayê ne cûda ye" ragihand.

Parve bike: