TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îran 8 kesan bi sedema ku casûsin girtiye

📅 28 mijdar 2019 01:13

PeyamaKurd- Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê ragihand ku wan 8 kesên ku bo îstîxbaratên biyanî agahî û wêneyan şandine girtine.

Li gor ragihandina wezareta îstîxbaratê ji 8 kesên ku hatine zîndanîkirin 6 ji wan di dema xwepêşandanan de û 2 kesên din di dema ku xwestin deren derveyê Îranê hatine girtin.

He 8 kesên ku ji aliyê îxtîxbarat Îranê de hatine girtin, bi tohmeta ku agahî û wêneyan şandine derveyê welat tên tewankirin.

Parve bike: