TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Erdogan bi Pezeşkiyan re hevdîtin pêk anî

📅 22 hezîran 2026 21:01
Di hevdîtina Erdogan û Pezeşkiyan de, têkiliyên dualî yên Tirkiye û Îranê, her wiha geşedanên herêmî û cîhanî hatin nîqaşkirin.

RûpelNews - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan re bi rêya telefonê axivî.

Serokkomar Erdogan ji ber peymana di navbera Îran û Amerîka de kêfxweşiya xwe anî ziman û diyar kir ku Tirkiye amade ye ku her cûre piştgiriyê bide da ku pêvajo bi awayekî aştiyane biqede.

Erdogan her wiha girîngî û pêwîstiya avêtina gavên ji bo xurtkirina aştiya herêmî di serdema nû de tekez kir û destnîşan kir ku Tirkiye dê ji bo vê armancê berdewam bike.

Parve bike: