TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Zekeriya Yapicioglu bi Erdogan re hevdîtin kir

📅 15 îlon 2026 21:29
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Navenda Giştî ya AK Partiyê bi Erdogan ra hat bal hev. Di civînê de rayedarên payebilind ên her du partiyan jî beşdar bûn.

RûpelNews - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Navenda Giştî ya AK Partiyê bi Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Sağlam û Alîkarê Serokê Giştî Şahzade Demîr bi Yapicioglu re hatin cem hev.

Ji teref AK Partiyê ve Alîkarên Serokê Giştî Mustafa Elîtaş û Efkan Ala û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk di civînê de amade bûn.

Têkildarî naveroka hevdîtinê daxuyaniyeke berfireh nehat dayîn.

Parve bike: