Pezeşkiyan, ji bo ku rexneyan li Îsraîlê digire bi tirkî spasiya Erdogan kir
RûpelNews - Di peyama xwe de, Pezeşkiyan diyar kir: "Helwesta we ya biryardar a di şermezarkirina rejîma Siyonîst de cihê pesnê ye. Neteweya bira ya tirk ji bo gelek salan di hevgirtina bi ummeta Îslamê re roleke girîng lîstiye. Em ê bi kerema Xwedê, li ser vê riya bi rûmet berdewam bikin."
Rexneyên Erdogan li dijî Îsraîlê
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di daxuyaniyên xwe yên dawî de rexneyên xwe yên li dijî Îsraîlê domand in. Erdogan operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li herêmê rexne kir û bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsiyariyên mezintir bigire ser xwe.
Di daxuyaniyeke ku rojek berê de, Erdogan got, "25 rojên dawî nîşan dan ku her çend ev şerê Îsraîlê be jî, cîhan bedêla wê dide. Ev şerê Netanyahu yê ji bo berjewendiyên şexsî ye, lê 8 milyar mirov barê giran ê wê hildigirin."