Sefîn Dizeyî rexneyan li Rêveberîya Xweser digire
PeyamaKurd- Berpirsê Fermangeha Peywendîyên Derve yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî got serdanekê de li pêş hejmareke hevwelatiyên Kurdên akincî li Emerîka, rexne li Rêvberîya Xweser li bakûra rojhelata Suriya girt û ragihand: Wan rêveberîyeke tendurist nekir.
Serfîn Dizeyî bi berdewamiya axaftina xwe de got, Serok Barzanî gelek hewil da ku li rojavaya Kurdistanê yekrêzî durist bibe, lê Rêveberîya Xweser rêvebirineke tendûrist nekir û pabendê rêkkevtinan nebû. “Heya niha 16 hezar û 200 hevwelatî ji Rojavaya Kurdistanê awareyên Herêma Kurdistanê bûne û heke ev rewş berdewam be, pêşbînî tê kirin 200 hezar hevwelatiyên koçber bibin Herêma Kurdistanê.”
Derbarê rewşa Îraqê jî, Sefîn Dizeyî got: Serok wezîrê niha ji Malikî û yên din gelek baştir e û rewa jî nîye şikesta xelkên din li ser milên wî bibe mal.
Herwiha Dizeyî got, “Pêwîst e hikumeta navendî kar bike da ku bizane; ew kes kî ne ew ên bi qenasan xwenîşanderan dikin armanc.”