Aborî
Karsazê kurd Hamdî Ulukaya bi Erdogan re hevdîtin kir
Karsazê kurd ê ku ji Erzinganê ye Hamdi Ulukaya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.
RûpelNews - Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partîyê Recep Tayyip Erdogan li Qesra Serokkomariyê Hamdi Ulukaya, Serokê Konseya Bazirganiyê ya Amerîka-Tirkiyeyê ku di nav Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê de dixebite û CEOyê Chobaniyê pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de, Ulukaya forma Klûba Futbolê ya Fenerbahçeyê ya bi jimareya 1 û li piştê "Recep Tayyip Erdoğan" nivîsandî da Serokkomar Erdogan.
Hat diyarkirin ku Hamdi Ulukaya di nav Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê de di posta Serokê Konseya Bazirganiyê ya Amerîka-Tirkiyeyê de ye û CEOyê Chobaniyê ye.