TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Çîroka karsazê kurd Hamdî Ulukaya: Desteserkirin û koçberî

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 23 nîsan 2026 15:05
Bloombergê qala çîroka karsazê kurd ê Erzinganî Hamdî Ulukaya ku damezrîner û CEOyê Chobani yê şîrketeke ku niha nirxê wê 20 milyar dolar e kir. Di raporê de tê gotin ku Ulukaya di 22 saliya xwe de ji ber damezrandina rojnameyeke ku li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî Kurdan nûçe belav dikir, hatibû girtin, û piştre koçî Amerîkayê kir.

RûpelNews - Bloomberg çîroka Chobani û damezrînerê wê, Hamdî Ulukaya, wekî 'xewna Amerîkî ya klasîk' pêşkêş kir. 

Di raporê de bal tê kişandin ser hessasiyata karsazê Kurd a der barê mafên bingehîn ên Kurdan û hat ragihandin Ulukaya ji bo vê mebestê rojnameyek daye çapkirin.  

Ulukaya di 22 saliya xwe de ji bo Kurdan rojnameyek damezrand

Bloomberg derbarê Hamdî Ulukaya de hûrgiliyên jiyana wî wiha parve kirin:

"Ulukaya di sala 1994an de, di 22 saliya xwe de, piştî ku ji ber belgekirina binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî kêmneteweyek wekî Kurdan di rojnameya ku wî damezrandibû de, şevekê hatibû binçavkirin, ji Tirkiyeyê koçî Amerîkayê kir. 

Karsazê Kurd penaberan jî jî bîr nekir

Di raporê de li ser xebat û pabendiya Ulukaya ya ji bo penaberan wiha hat gotin:

"Ulukaya her wiha bi parêzvaniya xwe ya ji bo penaberan tê nasîn. Di sala 2016an de, wî Hevkariya Tent a ji bo Penaberan (Tent Partnership for Refugees) damezrand, ku ew koalîsyoneke şîrketên navneteweyî ye û armanca wê ew e ku piştgiriyê—bi taybetî di şiklê kar de—bide kesên koçber-penaber."
 

Parve bike: