Tirkiye
Erdogan bi Parêzgerê Kerkûkê re hevdîtin kir
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pêşwaziya Parêzgerê Kerkûkê Mehmet Seman Aga kir.
RûpelNews - Hevdîtin li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokatiyê pêk hat. Cîgirê Serokê AK Partiyê Kurşad Zorlu jî beşdarî hevdîtinê bû.
Derbarê hevdîtinê de ti hûrgilî nehatin eşkerekirin.
Di 26ê Gulanê de serdana Bahçelî jî kiribû
Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di 26ê Gulanê de li ofîsa xwe pêşwaziya Parêzgerê Kerkûkê Mihemed Seman Aga kiribû.
Di parvekirineke li ser hesabê medyaya civakî yê MHPê de hat gotin ku di hevdîtinê de, Bahçelî pîrozbahî û hêviyên xwe yên herî baş ji Aga re ragihandine.