TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Helwesta Parêzgerê tirkmen yê Kerkûkê ya li dijî kurdan rastî bertekên tund hat

Haber Merkezi
Edîtor
📅 22 nîsan 2026 11:40
Serokê Enîya Tirkmenên Iraqê û Parêzgerê nû yê Kerkûkê Mihemed Seman Axa, di yekem roja kar de rê neda ku zarokên kurdan bi cilûbergên xwe yên netewî pêşwaziya wî bikin. Ev helwesta parêzgerê nû rastî bertekên tund hat.

RûpelNews - Tê îdiakirin ku Axa destûr nedaye zarokên kurd bi cil û bergên xwe yên kevneşopî beşdarî merasîma pêşwaziyê bibin.Ev helwesta parêzgerê nû di nava raya giştî ya kurd de rastî bertekên tund hat.

Kiryarên wî gotinên wî pûç kirin

Aga, piştî ku biryara damezrandina wî bo parêzgeriyê hatibû dayîn wiha gotibû, "Em ê li gel birayên xwe yên tirk, kurd û ereb xizmeta bajarê xwe bikin." Lêbelê, rexne hatin kirin ku kiryara wî ya yekem li gorî vê daxuyaniyê nebû.

Di dema rêveberiya parêzgarê berê, Rebwar Taha de, zarokên kurd, tirkmen û ereb bi cil û bergên xwe yên neteweyî li çalakiyên bi vî rengî bi hev re beşdar bûbûn.

Bikarhînerên medyaya civakî bertekên tund nîşan dan

Biryara parêzgerê tirkmenî ya paşguhkirina kurdan, li ser medyaya civakî bûye sedema bertekeke mezin. Gelek bikarhênerên medyaya civakî bi gotina, "Ma ne diviyabû Kerkûk di bin rêveberiya tirkmenan de bibe bajarê biratiyê? Waliyê tirkmenî gotinên Mam Celal anîbûn bîra xwe û gotibû, 'Kerkûk baqeke gul e'. Wî ji roja yekem ve nîşan da ku ew çiqas ji kurdên hez dike. Hema ku ew ket ser kar, wî yekser kurd paşguh kirin."


 

Parve bike: