TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Di lêpirsîna Xelfetiyê de 14 kes ji poşmaniyê hatin berdan

📅 11 tebax 2026 15:54
14 kesên ku di lêpirsîna Şaredariya Xelfetiya Rihayê de hatibûn girtin, di çarçoveya poşmaniye de ji nû ve îfade dan û serbes hatin berdan.

RûpelNews - Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Giştî ya Birecûka Rihayê ve li ser rêveberiya berê ya Şaredariya Xelfetiyê hatiye destpêkirin, berdewam e.

14 kesên di lêpirsînê de hatibûn girtin serî li dozgeriyê dan da ku ji yasaya poşmaniyê îstîfade bikin. Piştî îfadedayînê 14 kes bi şerta adlî hatin berdan.

Çi bibû?

Di bin koordînasyona Serdozgeriya Giştî ya Birecûkê de, tîmên ji Beşa Têkoşîna li Dijî Qaçaxçîtiyê û Sûcên Rêxistinkirî ya Rêveberiya Polîsan a Bajêr, piştî îdiayên derbarê sextekariya îhaleyan li şaredariyê di navbera salên 2019 û 2024an de, lêpirsînek da destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de, di meha Nîsanê de bi giştî 49 gumanbar ku di nav de şaredarê berê, Şeref Albayrak ê ji AK Partiyê her wiha endamên meclîsa şaredariyê û karmendên ku di beşên cuda de dixebitîn hatin binçavkirin. Ligel şaredar 29 gumnbar hatibûn girtin.

Parve bike: