TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Lêpirsîna êrîşa ser malbata kurd: 4 gumanbar hatin berdan

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 24 tebax 2026 13:50
4 gumanbarên ku di çarçoveya lêpirsîna êrîşa li ser karkerên kurd ên ji Şirnexê li Zonguldakê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

RûpelNews - Malbatên kurd ên ji Şirnexê ku ji bo karê çandiniyê çûbûn bajarê Zonguldakê yê Herêma Behra Reş rastî êrîşê hatibûn.

Piştî êrîşê lêpirsîn hat destpêkirin û 4 gumanbar hatin desteserkirin. Her 4 gumanbarên ku piştî kar û barên adlî û îfadedayînê serbes hatin berdan.

Çi bibû?

Di 21ê Tebaxê de, malbatek ji Şirnexê ku li gundê Bektaşlî yê navçeya Alapli ya Zonguldakê karê çandiniyê dikin rastî êrîşê hat. Dîmenên bûyerê li ser medyaya civakî rastî bertekên mezin hat. Di daxuyaniyekê de li ser mijarê ya ji hêla Parêzgariya Zonguldakê ve hat belavkirin hat diyarkirin ku bûyer bûyereke adlî ye. 4 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna bûyerê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
 

 

Parve bike: