Di lêpirsîna Gulistan Doku de çar gumanbarên din hatin girtin
RûpelNews - Di pêla şeşemîn a operasyonên ku wekî beşek ji lêpirsînê li ser rêwerzên Serdozgeriya Giştî ya Erzurumê hatin kirin, derbarê pênc ji 11 gumanbarên ku hatibûn binçavkirin de pêvajoyên dadweriyê bi dawî bûn. Ji gumanbarên ku birin pêşberî dadgehê, çar hatin girtin, û yek jî bi kefaletê hat berdan.
Hat ragihandin ku, bi van girtinên dawî re, hejmara girtîyên di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriyên Giştî yên Erzurum û Dêrsîmê ve tê birêvebirin, derketiye 36an. Pêvajoyên derbarê şeş gumanbarên din de hîn jî berdewam dikin.
Di çarçoveya lêpirsînê de, di operasyonên ku li heft parêzgehan hatin kirin de, 11 kes – di nav de polîsên di peywirê de û yên teqawîtbûyî – bi îdiayên destwerdana li delîlan û midaxelekirina pêvajoya lêpirsînê hatin binçavkirin.