TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Lêpirsîna Gulistan Doku: Ji dêûbavên wê nimûneyên DNAyê hatin girtin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 30 nîsan 2026 12:43
Di lêpirsîna li ser dosyeya windabûna Gulistan Doku de, lêgerîna li ser wesayîta gumanbar—ku li gorî agahiyan şopên biyolojîk jê hatine dîtin—hat berfirehkirin. Nimûneyên DNAyê ji dayik û bavê Doku hatin girtin.

RûpelNews - Di lêpirsîna Gulistan Doku de pêşketineke nû derketiye holê. Di doza ku ji aliyê Serdozgeriya Giştî ya Erzurumê ve tê birêvebirin de, biryar hat dayîn ku li gorî encamên ku hatine bidestxistin, li ser otomobîlê jî lêkolîn bê kirin.

Wekî beşek ji lêpirsînê, biryar hat dayîn ku li ser wesaîta ku wê demê ji aliyê Mustafa Turkay Sonel, yê ku bi tohmetên "kuştinê" hatibû girtin û şandin girtîgehê, ve hatibû bikaranîn, lêkolîn were kirin. Wesayîta ku paşê hat dîtin firotî ye, bi erêkirina xwediyê wê yê nû birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Hat ragihandin ku tîmên edlî yên polîsan li ser wesayîtê lêkolînên şopên biyolojîk û DNAyê kirine.

Ji bo berawirdkirina DNAyê nimûne ji malbatê hatin girtin

Dayika Gulistan Doku, Bedriye Doku û bavê wê, Xalid Doku, ji bo berawirdkirina delîlên DNAyê yên ku di wesayîtê de hatibûn dîtin, gazî Enstîtuya Tipa Dadî ya Amedê hatin kirin.
Hat ragihandin ku ji malbata Doku nimûneyên xwînê, neynûk û por hatine girtin, û ku ev nimûne dê bi şopên DNAyê yên ku di wesayîtê de hatine dîtin re bên berawirdkirin.

Parve bike: