Tirkiye
Lêpirsîna Gulistan Doku: Ji bo 11 kesan biryara desteserkirinê derket
Di lêpirsîna Gulistan Doku ya ku ev 6 sal in wenda ye operasyoneke nû hat kirin. Derbarê 11 gumanbaran de ku tê polês jî hene biryara desteserkirinê hat dayîn.
RûpelNews - Keça ji Amedê Gulistan Doku ku li Dêrsimê xwendekara zanîngehê bû di sala 2020an de wenda bû û careke din xeber jê nehat standin. Piştî lêkolîna berfireh derket holê ku ew hat kuştin lê cinazeya wê hîn nehat dîtin.
Serdozgeriya Erziromê di çarçoveya lêpirsînê de operasyoneke nû da destpêkirin. Derbarê 11 kesan de ku tê da polês jî hene biryara desteserkirinê da.
Ji bo desteserkirina 11 gumanbaran li 7 bajaran operasyonên hevdem hatin kirin.