Lêpirsîna Gulistan Doku: 6 gumanbarên din jî hatin girtin
RûpelNews - Lêpirsîna Gulistan Doku ya keça kurd ku li Dêrsimê xwendekara zanîngehê bû di 5ê Çileya 2020an de winda bû û jê heta niha xeber nehat standin berdewam dike.
6 gumanbarên din jî hatin girtin
Ji 9 gumanbarên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn binçavkirin û birin pêşberî dadgehê, hevalê Gulistanê Zeinal Abakarov, Engin yucer ê bavê Abakarov, Cemile Yucer a dayika Abakarov, Celal Altaş, Nurşen Arıkan û Ferhat Hanedan Guven, ji aliyê dadwerê nobedar ve bi tohmetên "veşartin an destwerdana delîlan" hatin girtin.
Li dozgeriyê, lêpirsîna Mustafa Turkay Sonel ê kurê waliyê wê demê Tuncay Sonel, efserê ewlehiyê Şukru E yê ku parastina walî dkir, Zeinal A., bavê wî Engin Y. û Uğurcan A. hîn jî berdewam dike.
Berê niha di lêpirsînê de polêsê berê Gokhan Ertok û karmendekî dewletê Erdogan Elaldi hatibûn girtin.
Waliyê berê yê Dêrsimê hate desteserkirin
Li ser fermana Serdozgariya li Erziromê, bi tohmeta 'tunekirin, veşartin, guhertina delîlan" waliyê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel li Elazîzê hat qefaltin û ew birin Erziromê.