TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Di lêpirsîna Gulistan Doku de 10 kes hatin binçavkirin

📅 29 tebax 2026 10:13

RûpelNews - Di lêpirsîna barê windabûna Gulistan Doku de operasyona pêla 5'an hat lidarxistin. Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Akın Gurlek ragihand ku 10 gumanbar hatine binçavkirin û diyar kir ku di lêpirsînê de derbarê îhtimala ku tiştên şexsî yên Doku paşê di bin avê de hatibin bicihkirin de hin delîl hatine bi dest xistin.

Piştî windabûna Gulistan Doku ya di 5'ê Çileya 2020'an de li Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê, di lêpirsîna ku dihat meşandin de operasyoneke nû hat kirin.

Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Akın Gurlek di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ragihand ku di çarçoveya lêpirsîna ku bi koordînasyona Serdozgeriyên Komarê yên Erzurum û Dêrsimê û teşkîlatên Emniyet û Cendermeyan ve tê meşandin de 10 gumanbar hatine binçavkirin.

Gurlek diyar kir ku di lêpirsînê de di qeydên PTS û ragihandinê yên barê pir û dema dawî ku Doku hatibû dîtin de delîlên nû hatine bi dest xistin. Her wiha da zanîn ku derbarê gihiştin û kiryarên gumanbar ên piştî windabûnê li ser hesabê wê yê Instagramê hatine kirin û xebatên lêgerîna binê avê de tespîtên nû hatine derxistin holê.

"Dibe ku tiştên wê yên şexsî paşê hatibin bicihkirin"

Wezîr Gurlek diyar kir ku hat tespîtkirin ku qeydên di deftera xewas (dalgıç) de yên ku hatine diyar kirin ji meqamên dadî hatine veşartin û girtekên fermî yên lêgerînê naguncin hev.

Gürlek her wiha anî ziman ku derbarê îhtimala ku hin tiştên şexsî yên Gulistan Doku, bi mebesta çêkirina dîmenekî ku îhtimala întîharê piştgirî dike paşê di bin avê de hatibin bicihkirin de delîl hatine bi dest xistin.

Hat ragihandin ku operasyona ku piştî delîlên nû yên di lêpirsînê de hat kirin, pêla 5'an a operasyonê ye ku heta îro di dosyayê de hat lidarxistin.

Wezîrê Edaletê Gurlek di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo ronîkirina sûcên kiryarên wan ne diyar (faîlê meçhul) dê xebat berdewam bikin û tomar kir ku di ronahiya derfetên teknolojîk û delîlên nû yên hatine bi dest xistin de lêpirsîn dê berdewam bikin. 

Parve bike: