TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Amedê ji otomobîlekê ve gule hatin berdan: 3 kes birîndar bûn

📅 06 îlon 2026 12:08
Piştî ku li navçeya Peyas a Amedê ji otomobîlekê ve gule hatin berdan, sê kes birîndar bûn û ziyan gihişt du kargeh û sê otomobîlan.

RûpelNews - Bûyer li Kolana 470an a li Taxa Firatê qewimî. Li gorî agahiyan, kesekî an çend kesên nenas, ji wê otomobîla ku tê de bûn, gule li derdorê reşandin.

Di dema gulebaranê de sê kes birîndar bûn û ziyan gihişt du kargeh, du otomobîl û kamyoneteke biçûk ku gule lê ketibûn. Piştî agahdarkirina ji aliyê şahidan ve, tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Kesên birîndar piştî wergirtina destpêkê ya tedawiyê, bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.

Polîsan ji bo tespîtkirin û girtina ew kes an kesên ku ev êrîşa çekdarî pêk anîne, lêpirsîn dan destpêkirin.

Parve bike: