Balafireke şerî ya Rûsya ket!
RûpelNews - Derbarê ketina balafira leşkerî ya ku li nêzîkî Moskowê, paytexta Rûsyayê, qewimî de, gelek îdiayên ji çavkaniyên cuda derketine holê.
Li gorî raporên di çapemeniya rûsî de, balafira şer li herêmeke di navbera gundên Şîhovo û Lutsyne de, ku beşek ji wargeha Zvenigorod a li herêma Moskowê ne, ket.
Kanala '112 Telegram', ku bi têkiliyên xwe yên nêzîk ên bi servîsên ewlehiyê yên rûsî re tê nasîn, ragihand ku qeza li navçeya Odintsovo ya herêma Moskowê pêk hatiye.
Kanaleke din a Telegramê ya rûsî, "Mash", ragihand ku balafira ku ketiye, balafira şerî ya nifşê pêncemîn a Rûsyayê, Su-57 bû.
Îdia: Di dema firîneke rahênanê de ketiye
Raporên destpêkê diyar dikin ku balafir di dema firîneke rahênanê de ketiye.
Derbarê rewşa pîlotan de ti agahiyeke fermî nehatiye weşandin.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê heta niha derbarê ketina firokeya leşkerî de daxuyaniyeke fermî belav nekiriye.
Tê payîn ku hûrgiliyên derbarê sedema ketinê û cureyê firokeya têkçûyî de piştî lêpirsîna wezaretê eşkere bibin.