TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Li Rûsyayê balafireke rêwiyan winda bû

📅 16 tîrmeh 2021 17:04

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafireke piçûk a rêwiyan a taybet, li herêma Sibirya ya Rûsyayê ji radarê derketiye û tevî 17 kesên tê de winda bûye.

Li gorî çavkaniyên balafirvaniya rûsî, balafira cûreya (SiLA) An-28 dema ji radarê derketiye li ser asmanê bajarê Tomsk ê Sibiryayê bûye û piştre têkilî pê re qut bûye.

Hat diyarkirin ku 3 muretebat, 4 zarok û 10 rêwiyên din di balafirê de bûn.

Parve bike: