Wezîrên Alman û Rusan piştî 4 salan cara yekê civiyan: Rûsya ji bo aşitiyê amade nîne
RûpelNews - li gor nûçeya DWyê Hevdîtina ku li kêleka Civîna Giştî ya 81. a Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê pêk hat û derdorê 20 deqeyan domand, li ser daxwaza Almanyayê li pişt deriyên girtî hat kirin; herdu wezîran li ser têkiliyên dualî û rewşa Ukraynayê axivîn.
Wadephul: Min li Rûsyayê amadebûn ji bo aşitiyê nedît
Piştî hevdîtinê daxuyanî da Wadephul, got ku li aliyê Rûsyayê tu amadebûnek ji bo destpêkirina danûstandinên ji bo dawîlêanîna şer nedîtiye. Wadephul her wiha got ku helwesta hikûmeta Almanyayê ya ku çend caran berê ji raya giştî re hatiye ragihandin, careke din ji Lavrov re teyît kiriye.
Lavrov jî piştî hevdîtinê ji rojnamevanan re got ku ji hevkarê xwe yê Alman "tiştekî nû, ji derveyî helwestên ku Berlînê berê ji raya giştî re ragihandine" nebihîstiye.
Lavrov: "Ewropa xwe ji şerekî li dijî me amade dike"
Lavrov, di civîneke bi rojnamevanan re li Navenda NYê ya New Yorkê de, di çarçoveya Civîna Giştî ya NYê de, wiha got:
"Nemexse me ye ku em bikevin şer bi Ewropayê re. Ev bi tevahî bêaqilî ye. Lê Ewropa xwe amade dike ku li dijî me şer bike û her roj vê yekê careke din piştrast dike. Ewropî dibêjin divê ew heta 2030î amade ji bo şer bin."
Gotinbêjê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova jî ragihand ku aliyê Alman berî hevdîtinê daxwaz kiriye ku gihîştina medyayê were sînordarkirin, axaftinên vekirinê neyên tomarkirin û rojnamevan pirsan neke.
Hevdîtina dawî ya Lavrov bi wezîrekî karên derve yê Alman re, di 18ê Rêbendana (Kanûna Paşîn) 2022an de bi wê demê Wezîr Annalena Baerbock re çêbûbû.