TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Bakirhan êrîşa li ser Pêşmergeyan şermezar kir: Dilê me li Hewlêrê ye

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 24 adar 2026 13:35
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan êrîşa li dijî Pêşmergeyan bi tundî şermezar kir û got, “Bi vê êrîşa qirêj dixwazin erdnîgariya Kurdistanê bikin qada şer, divê em dengê xwe li dijî van êrîşan bilind bikin. Dilê me li Hewlêrê ye.”

RûpelNews - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrîşa li ser Pêşmergeyan de de daxuyaniyekê belav kir.

Tuncer Bakirhan, ji ber êrîşa ku 6 Peşmerge şehid ben hevxemiya xwe ragihand û got: “Îro sibehê li herêmeke ku girêdayî Hewlêrê ye, êrişek li dijî yekîneyeke Pêşmergeyan hat kirin. Ez vê êrişê bi tundî şermezar dikim.

Ez ji Pêşmergeyên ku canê xwe ji dest daye re rehma Xwedê dixwazim. Ji gelê Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û malbatên wan re sersaxiyê dixwazim.Her wiha ez ji bo Pêşmergeyên birîndar jî daxwaza şifayê dikim."

Bakirhan bal kişand ser metirsiya egera şerekî li ser herêma Kürdistan û ragihand û ev êrîş beşek ji planeke berfireh e ku armanca wê ew e erdnîgariya Kurdistanê bikişîne nav şerekî herêmî.

Bakırhan êrîşa li dijî Pêşemrgeyan wek êrîşa planeke qirêj bi nav kir û got: Divê li dijî van êrişên qirêj nerazîbûn bên nîşandan çimkî ev yek hem ji aliyê mirovî hem jî ji aliyê siyasî ve pêwîstiyek e.

Bakırhan got: ”Li hemberî van êrîşan em dê bi hev re bisekinin û têkoşîna xwe ya hevpar bi biryardarî bidomînin. Dilê me li Hewlêrê ye, em li gel xwişk û birayên xwe ne û em dê her tim li kêleka wan bin."

Çi bûbû?

Wezareta Pêşmergeyan ragihand ku îro serê sibehê Îranê bi 6 mûşekan êrişî hêzên wan kiriye.

Di encama vê êrîşê de 6 Pêşmerge şehîd ketin û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Parve bike: