Qubad Talebanî êrîşa Îranê şermezar kir
RûpelNews - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê êrîşa dronê ya ku ji aliyê Îranê ve li ser ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî û rûniştgeha Serokê Parastinê hat kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Talebanî bi awayeke tundî êrîş şermzar kir û tekez kir ku, tevî hemû aloziyan, Herêma Kurdistanê roleke aştiyane girt ser xwe û wiha got:
"Helwesta Herêma Kurdistanê ji destpêka şer û aloziyan ve li herêmê, gelekî zelal, şefaf û aştiyane bûye. Ji ber vê yekê, êrîşên wiha ne tenê nîşana bêtehmûliya li hember helwest û rola aştiyane ya Herêma Kurdistanê ne, lê di heman demê de binpêkirineke xeternak a serweriya Iraqê ne jî. Em van kiryaran bi awayekî herî tund şermezar dikin, ew qet nayên qebûlkirin. Sûcdar ji her encamên ku dibe ku derkevin berpirsiyar in."