Asta ava Çemê Feradê bilind bû: Avê da ser mal û zeviyan, sê zarok xeniqîn
RûpelNews - Li gorî daxuyaniyên rayedarên Sûriyê, li parêzgehên Dêrezor û Reqayê zêdetirî du hezar malbat ji ber lehiya ku ji ber bilindbûna asta ava Çemê Feradê çêbûye, bandorên neyînî dîtine.
Vekirina devikên bendavan, herêmên niştecihbûnê û zeviyên çandiniyê yên li derdora çem di bin avê de man. Avê bandor li mal, kon, zeviyên çandiniyê û kargehan kir. Hat destnîşankirin ku bi taybetî di xizmetên avê de astengiyên cidî çêbûne.
Zirar û ziyan mezin e
Rayedaran diyar kirin ku, ji aliyê mezinahiya zirarê ve, avahiyên li nêzîkî çem ji lêhiyê herî zêde bandorên neyînî dîtine.
Li gorî daxuyaniyan, di demên hişkesaliyê de, her ku binê çem paşde dikişiya, avahiyên bêdestûr û çalakiyên çandiniyê li hin deveran zêde bûbûn.
Hat ragihandin ku welatî berê hatibûn hişyarkirin ku herî kêm 50 metre dûrî binê çem bisekinin. Lêbelê, hat destnîşankirin ku berdewamiya çalakiyan li van deveran, tevî hişyariyan jî, bûbû sedema zirareke mezintir her ku asta avê bilind bû.
Sê zarok xeniqîn
Hate ragihandin ku sê zarokên ku ji bo avjeniyê çûbûn çemî ku asta ava wî bilind bû, xeniqîn.
Hat destnîşankirin ku beşeke girîng a malbatên ku ji ber lehiyê bandor bûne, bo deverên ewle an jî ji bo mana li cem xizmên xwe hatine veguhestin. Hat ragihandin ku asta avê ya di çem de dadikeve.
Desthilatdaran ragihandin ku piştî ku av paşde bikişin, dê zirara li ser zeviyên çandiniyê bi awayekî berfireh were nirxandin û piştî wê dê pêvajoyên piştgirî û qerebokirinê yên pêwîst werin destpêkirin.
Ehmed Şara hat protestokirin
Di vê navberê de, duh, Serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera, di serdaneke xwe ya Dêrezorê de ji bo çavdêriya zirara ku ji ber lehiya Çemê Feradê çêbûbû, ji aliyê gel ve hat protestokirin.