Dolar li Îranê gihîşt asta herî bilind!
RûpelNews - Her ku krîza aborî li Îranê kûrtir dibe, dolar li bazara serbest gihîşte asta xwe ya herî bilind a heta niha.
Li gorî agahiyên 'pashizi.com', ku daneyan ji bazara serbest a danûstandina diravên biyanî berhev dike, rêjeya firotinê ya dolar gihîşte asta 200 hezar tumanan. Di encamê de, pereyê neteweyî yê Îranê li hemberî dolarê ketiye asta xwe ya herî nizm a heta niha.
Enflasyona xwarinê %128.1
Li Îranê, ku bandora cezayên Amerîkayê lê berdewam e, enflasyona salane gihîştiye ji sedî 61.4.
Li gorî hejmarên fermî, zêdebûna salane ya bihayên xwarinê gihîştiye ji sedî 128.1.
Di navbera bilindbûna rêjeyên danûstandinê û enflasyonê de Berdevkê Supaya Pasdaran Hossein Muhibi, derbarê rewşa aborî ya welêt de daxuyanî da.
“Planên me yên awarte hene”
Muhîbî, di nirxandina daxuyaniyên Serokê DYAyê Donald Trump ên derbarê Îranê de, anî ziman ku Washington piştî têkçûna di warê leşkerî de serî li şerê aborî daye.
Muhîbî, ku îdia kir DYA ev 47 sal in li dijî Îranê şerê aborî dimeşîne, got, "Yek ji kiryarên dijmin şerê aborî ye. Planên me yên awarte hene ji bo li dijî bandorên neyînî yên şerê dijmin bisekinin."
Muhîbî, destnîşan kir Îranê karîbûye têkiliyên xwe yên bazirganî bi welatên din re biparêze, îdia kir ku wan Washington di warê aborî de paşguh kiriye.
Muhîbî got, "Hûn dê di pêşerojeke nêz de encamê bibînin" û lê zêde kir ku ew ji geşedanên aborî ne bi fikar in.