Daxwaza asta herî bilind: 35 hezar xwendekar kurdî hilbijart
RûpelNews - Li gorî daneyên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê di qonaxa xwendinê ya 2025-2026an de di çarçoveya dersa "Ziman û Zaravayên Zîndî" de daxwaza ji bo zaravayên kurdî derket asteka herî bilind a salên dawî.
34 hezar û 929 xwendekar dersa kurdî hilbijartin
Bi ragihandina amarên saziyên Memur-Sen û Grûba Lêkolînê ya Rawestê ku daneyên Wezareta Perwerdehiyê wek çavkanî nîşan didin 34 hezar û 929 xwendekar dersên kurmancî û kirmanckî (zazakî) hilbijartine. Hejmara xwendekarên kurmancî hilbijartine weke 30 hezar û 441 kes, hejmara xwendekarên kirmanckî hilbiajrtine weke 4 hezar û 488 kes hatin ragihandin.
Daxwaza herî zêde bo kurdî li Amed, Mêrdîn û Êlihê bû
Hejmara herî zêde ya xwendekarên ku dersên kurdî hilbijartibûn li Amed bû ku li bajêr 7 hezar û 421 xwendekaran kurdî hilbijartin. Piştî Amedê bi 6 hezar û 58 xwendekaran Mêrdîn bi 4 hezar 694 xwendekaran Êlih bi 3 hezar û 226 xwendekaran Colemêrg û bi 2 hezar 971 xwendekaran Wan di rêzê de cih girtin.
Li Şirnexê 2 hezar 256 xwendekar, li Agiriyê 1 hezar û 16 xwendekar li Rihayê 939 xwendekar li Bilîsê 676 xwednekar, li Sêrtê 565 xwendekar li Mersînê 324 xwendekar û li Mûşê 183 xwendekar dersên kurmancî hilbijartin.
Daxwaza îsal bo kurdî ji 15 salên dawî zêdetir e
Li gorî daneyên demdirêj ên ku di raporê de hatine pêşkêşkirin, hejmara xwendekarên ku bi zaravayên kurdî hildibijêrin, ji sala 2015an ku gihiştibû asteke bilind derbas kir.
Di encamê de, di sala akademîk a 2025-2026an de, hejmara qeydkirinan gihîşt nêzîkî 59 hezarî ku ev asta herî bilind a 15 salên dawî ye. Daneyên nîşan didin ku daxwaza giştî ji asta herî nizm a di sala 2020an de ve ji sedî 295 zêde bû, di heman demê de rekora berê ya ku di sala 2015an de hatibû tomarkirin, bi qasî ji sedî 60 hat derbaskirin.