Amnestyê li ser darvekirina girtiyê Kurd bang li Îranê kir

12 hezîran 2020 20:09
Amnestyê li ser darvekirina girtiyê Kurd bang li Îranê kir

PeyamaKurd -  Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty International) li ser darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Hîdayet Ebdullahpûr ku li zîndana Şino hatiye îdamkirin banga zelalkirinê kir.

Amnestyê bi daxuyaniyekê, hikûmeta Îranê bi nebûna dadperwerî û sivikatîkirina bi pîvanên mafên mirovan tohmetbar kir û got, ‘Rrêveberê navenda bicihkirina sizaya darvekirinê li zîndana Wirmê ji malbata wî girtiyê Kurd re ragihandiye ku Hîdayet Ebdullahpûr berî sê hefteyan li zîdana Şinoyê hatiye darvekirin û  ev jî dijî yasaya mafên mirovan e.’

Amnestyê daxwaz ji berpirsên Îranê kir ku derbarê darvekirina  wî zîndanîyê sîyasî yê Kurd de û cihê veşartina termê wî zelalkirinekê bide û zanyarîyên zêdetir bidin malbata wî.

Hîdayet Ebdullapûr, berî sê salan bi tohmeta alîkarîya yek ji partîyên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dadgeha bilind a şoreşa Îranê ve bi cezayê îdamê hatibû sizadan û Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihandibû ku berî sê hefteyan di zîndana Şinoyê de hatiye darvekirin.