Nivîskarê NYT bang li Trump kir: Kurd hevalbendek dilsoz in

05 hezîran 2026 11:44

Nivîskarê New York Timesê Stephen Mansfield bang li Trump kir û got: Kurd li Rojhilata Navîn hevalbendeke girîng û dilsoz in, divê rola wan baş bê zanîn çimkî Kurd di şer de li kêleka Amerîkayê bûn."

Nivîskarê NYT bang li Trump kir: Kurd hevalbendek dilsoz in

RûpelNews - Lêkolîner û nivîskar Stephen Mansfield ê ku di New York Timesê de gotaran dinivîse der barê Kurdan û siyaseta Amerîkayê de podcastekê amade kir. 

Stephen Mansfield ê ku salên dûrûdirêj in li ser Kurdan lêkolînan dike bal kişand ser gotegotên der barê Kurdan ku di demên dawî de di medyaya cîhanê de cîh digire.

"Îddiaya çekan ne rast e"

Mansfield li ser gotegota Serokê Amerîkayê Donald Trump ku îddia kiribû ku "wan çek şandine çalakvanan ku dijî Îranê bi kar bîne lê Kurd dest danîn ser çekan û nedan" got ev îddia ne rast e û wiha axivî: "Bi dehan sal in li ser kurdan lêkolînan dikim, min kitêb jî nivisî li ser Kurdan û çûm gelek welatan bi serkirdeyên Kurd civiyam, ez baş dizanim Kurd berpirsiyariya çi dikin, çi nakin. Loma dikarim bêjim ev îddiaya çek ne rast in."

"Kurd hevalbendeke dilsoz in"

Lêkolîner Mansfield der barê hêzên Kurdan de bang li Trump kir û got: Kurd hevalbendeke dilsoz in û li Rojhilata Navîn hêzeke girîng in bi taybet ji bo Amerîkayê. Di şer de Kurd û Amerîka mil dan hev û şer kirin. Divê hêza wan dilsoziya wan baş were zanîn û dem dema wê yekê ye ku Kurd baş werin fehmkirin."