Amnesty, Hizbullahê bi tawanên ser tawanbar dike
PeyamaKurd – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) diyar kir ku Hizbullaha Lubnanê di meha cotmehê de bi roketan êrîşî sivîlan kir û diyar kir ku divê ev çalakî di çarçoveya sûcên şer de bên lêkolînkirin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku Hizbullaha Lubnanê yasayên navneteweyî binpê kiriye û herêmên sivîlan kiriye hedef. Di daxuyaniyê de ku li Berlînê hat dayîn, hat destnîşankirin ku divê di çarçoveya sûcên şer de 3 êrîşên bi roketan ên cuda yên ku bi belgeyan hatine tespîtkirin bên lêkolînkirin. Êrîşên navborî di meha cotmehê de pêk hatin û bû sedema mirina 8 sivîlan û birîndarbûna herî kêm a 16 kesan.
Amnestyê bal kişand ser wê yekê ku Hizbullah prensîba cudakirina sivîl û hêzên çekdar binpê dike. Rêxistinê bi vîdeoyên ku belav kiribûn, delîl pêşkêş kirin ku Hizbullah bi çekên kêmdûr êrişî deverinan dike ku hejmareke zêde ya sivîlan li wan hene.
Di wan êrîşan de ku di 29 û 31ê cotmehê hatin kirin, di 29ê cotmehê de li bakurê Îsraîlê bi roketekê filistînîyekî 23 salî jiyana xwe ji dest da. Di êrîşa 31ê cotmehê de li du herêmên cuda 7 jê sivîl bi tevahî 8 kes mirin. Hat ragihandin ku di nav miriyan de 4 karkerên çandiniyê yên taylandî jî hene.
Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Elmanyayê, Julîa Duchrow bal kişand ser pêwîstiya parastina sivîlan û avahiyên sivîl ên di pevçûnan de û got, “Bikaranîna çekên ku dikarin hedefên li nava sivîlan û li nêzî cihên sivîlan bikin hedef, binpêkirina eşkere ya hiqûqa mirov e.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin