Amerîkayê karwaneke leskerî ji ser Basûrê Kurdistanê sand Rojavayê Kurdistanê

11 tîrmeh 2021 20:56
Amerîkayê karwaneke leskerî ji ser Basûrê Kurdistanê sand Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, karwaneke alavên leşkerî û lojîstîk bo tewqiyeya hêzên li herêmê şand Rojavayê Kurdistanê.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku karwana leşkerî ya hevpeymaniyê ji ser Herêma Kurdistanê ve di ser deriyê Sêmalka re bo Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku karwana hevpeymaniyê ji 25 wesayîtan pêk dihat û ji ser gundewarê Tel Beydarê derbasê baregeha Amerîkayê bûye.

SOHRê berî niha jî dabû xuyakirin ku 20ê Hezîranê jî ji ser deriyê Tanf ê sînorî karwaneke 25 wesayîtan derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye.