Norweç: Em ji tevgerên leskerî yên Tirkiyê yên li Basûrê Kurdistanê bi endîse ne,

26 hezîran 2021 04:22
Norweç: Em ji tevgerên leskerî yên Tirkiyê yên li Basûrê Kurdistanê bi endîse ne,

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya dewleta Norwecê li ser tevgerên leşkerî yên Tirkiyê ku li Herêma Kurdistanê dike ragihand:

“Em bende ne ku Tirkiye di derbarê tevgerên xwe yên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê de, ji hûqûqa navdewletî re rêz bigre.”

Parlementerê partiya sosyalist yê Norwecê Freddy Andre Øvstegård, li ser operasyonên artêşa Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê bo ser PKK ê, bo wezîra karên derve yê Norwecê Ine Marie Eriksen Søreide bersiv bide, di meclisê de pirsî bê Norwec operasyonên Tirkiyê şermezar bike an na! Parlementer weha got:

“Artêşa Tirkiyê ji sala 1983 an heya niha 33 operasyonan bo başûrê Kurdistanê kiriye. Di demên dawiyê de bi dijwarî li 22 gundan xistin. Nişteciyên Kurd koçber bûn.

Hirorê, Derare, Dişise, Qumri û hin gundên din her roj tên bombekirin. Bi sedema bombebaranan heya niha 8 sîvîl birîndar bûn. Bi duzineyam hektar arazî bû teraf. Daristanên van gundan hatin şewitandin.”

Wezîre Ine Eriksen Søreide di bersiva xwe de got:

“Em ji tevegrên leşkerî yên li bakûrê Iraqê ku zêde dibin bi endîşe ne. Tirkiye dema operasyonan dike, jiyana sîvîlan, malên wan û avahiyên bingehîn nade ber çav, bi hezir tevnagere û em di van tiştnan de bi taybetî bi endîşe ne. Weka me çawa behsa tevgerên Tirkiyê li Kurdistana Sûriyê bi zelalî behs kir, divê di tevgerên xwe yên leşkerî yên Iraqê de jî li pey hûqûqa navdewletî here.”