Amerîkayê, bang li partiyên Iraqê kir: Ji tundiyê dûr bisekinin!
PeyamaKurd- Ji Berdevkiya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ve bi rêya daxuyaniyekê hişyarî li partiyên siyasî yên Iraqê hat kirin. Di hişyariyê de hat xwestin ku pirsgirêk bi rêya dan û stendinan bên çareserkirin û ji tundiyê dûr bê sekinandin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Ned Price, bi rêya daxuyaniyekê li ser damezirandina hikûmeteke nû ya Iraqê, bang li partiyên siyasî kir. Price di daxuyaniya xwe de hişyarî kirin û got,
“Salek beriya niha, Iraqiyan ji bo di hilbijartina pêşwext de vîna gel derkeve pêş û hikûmeta nû were avakirin, çûn ser sindoqan. Lê belê heta niha rêberên siyasî yên Iraqê, nelihevkirinên xwe çareser nekirine.”
Berdevk Price da zanîn ku Amerîka ji bo pêkanîna plansaziyeke pêşerojê ya li ser dan û stendineke dorfireh, piştgiriya aliyan dike. Price li ser tundiyên ku di qada siyasî de bi pêş ketibûn jî bi bîr xistin û da zanîn ku tundî bi tu awayî nayê qebûlkirin û ew dixwazin hemû aliyên Iraqî, bi awayekî aştiyane ji vê qeyrana siyasî derkevin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin