Ji partiyên Rojhilat pistgiriya Amerîkayê û bangewazî bo Ewropayê

10 nîsan 2019 20:07
Ji partiyên Rojhilat pistgiriya Amerîkayê û bangewazî bo Ewropayê

PeyamaKurd - Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê bi daxuyaniyeke hevbeş piştgiriya xwe ji bo biryara Amerîkayê ya ku Artêşa Pasavanên Îranê xistiye nav lîsta terorê nîşan dan.

Di daxuyaniya hevbeş a nivîskî de partîyên Rojhilatê Kurdistanê piştgirî dan biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump û dan zanîn ku ew biryareke derengmayî ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Diviyabû ev biryar beriya niha bihata dayîn. Lewra Pasavanên Şoreşa Îranê zêditirî 40 sal in zilmê li gelên Îranê û gelê Kurd dikin.”

Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê herwiha bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) û welatên din ên ewropî jî kir ku Pasavanên Şoreşa Îranê bixin nav lîsteya terorê.