Amerîka û Talîban 29ê Sibatê peymanê girê didin
PeyamaKurd – Piştî ragihandina agirbesta navbera Talîban û Amerîkayê, hat ragihandin ku dê peymanek di navbera Amerîka û Talîban a Afganistanê de bê îmzekirin.
Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd ragihandiye ku piştî gotûbêjên domdirêj ên navbare Amerîkayê 29ê Sibata 2020an di bin çavdêriya çavdêrên navdewletî de peymanek ligel Amerîkayê tê îmzekirin.
Li gorî peymanê jî dê girtiyên herdu aliyan werin berdan û niha kar li ser wê yekê tê kirin.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî da xuyakirin ku ew pêşbînî dikin peymana bi Talîbanê re 29ê Sibatê were îmzekirin.
Gotûbêjên aştiyê yên navbera Talîban û Amerîkayê ji sala 2018an ve berdewam dikin ku ji ber êrîşa bombeyê ya Talîbanê ku leşkerekî Amerîkî hatibû kuştin, Washingtonê hevdîtinên aştiyê rawestandibûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin