Hurmiz di navbera Îran û Amerîkayê de bûye girê
Îran ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) daxwaz dike ku di berdêla vekirina qismî ya Tengava Hurmizê de şeş mercan pêk bîne. Di nav van daxwazan de dayîna tezmînata şer jî heye.
RûpelNews - Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Mohammed Bakir Zulkadr, şertên wekî rawestandina êrîşên DYAyê li ser Îranê û hevalbendên wê yên li herêmê, rakirina gemaroyan, berdana sermayeyên Îranê yên desteserkirî û dayîna tezmînata şer pêşniyar kirine.
Tehranê diyar kiriye ku heta ev şert neyên pêkanîn, Tengava Hurmizê dê bi temamî neyê vekirin. Tê ragihandin ku danûstandin bi rêya Umanê tên meşandin.
Trump: Em lezê nakin
Serokê DYAyê Donald Trump, di vê navberê de, diyar kir ku danûstandinên bi Îranê re hêdî hêdî pêş dikevin, û lê zêde kir ku Washington di vê pêvajoyê de lezê nake.
Di vê navberê de, rêveberiya DYAyê ji şîrketên parastinê dixwaze ku hilberînê lez bikin da ku stokên mûşek û cebilxaneyê yên di dema şer de kêm bûne, ji nû ve dagirin.
Tê destnîşankirin ku cudahiya di navbera daxwazên aliyan de yên derbarê ji nû ve vekirina Tengava Hurmizê de, yek ji astengiyên sereke yên li pêşiya danûstandinan e.
