Amerîka û Îran carekê din li Pakîstanê dicivin

18 nîsan 2026 10:57

Hat îddiakirin ku şandeyên Amerîka û Îranê dê roja Duşemê, 20ê Nîsanê, careke din li Îslamabadê paytexta Pakistanê bicivin.

Amerîka û Îran carekê din li Pakîstanê dicivin

RûpelNews - Li gor ragihandina CNN a ji medyaya Amerîkayê, dê gereke nû ya danûstandinan di navbera Amerîka û Îranê de dest pê bike. Li gorî raporê, tê payîn ku şandeyên her du welatan roja Duşemê, 20ê Nîsanê, careke din li Pakistanê bicivin.

Li gorî rapora CNNê, ku ligel berpirsekî Îranî  hat axaftin, berpirsên Îranî û Amerîkayî dê ji bo danûstandinên nû li Îslamabadê bicivin. Li ser dema hevdîtinê ti hûrgilî nehay dayîn.

Têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Amerîka û Îranê de piştî pevçûnên li herêmê di demên dawî de zêdetir bûn.

Şerê 28ê Sibatê ya  di navbera Amerîka- Îsraîl û Îranê de ku li seranserê herêmê belav bû, bi agirbesteke di 8ê Nîsanê de bi awayekî demkî hatibû rawestandin.