Amerîka û Awrûpayê peyameka hevbes li ser êrîsa Hewlêrê dan
PeyamaKurd – Amerîka, Fransa, Almanya, Îngîltere û Îtalya, êrîşa ser balafirgeha Hewlêrê bi tundî şermezar kirin. Wezîrên karên derve yên welatên navborî bi nivîskî peyamekî hevbeş belav kirin û di peyama xwe de êrîşê şermezar kirin û hem destekê dan lêpirsîna ji aliyê hukumeta Iraqê de tê meşandin. Her 5 dewlet di beyana xwe de weha gotin:
“ Em êrîşa di roja 14 ê nîsanê de bo ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Bo lêpirsîna êrîşê, wê hukumetên me bi hevre destekê bidin hukumeta Iraqê. Em bi yek dengî dibêjin em ê bo êrîşên ser Amerîkayê û koalîsyonê musameheyan nekin û em dubare dikin ku em bi biryarin têkoşîna xwe ya li dijî İŞİD ê dewam bikin.”
Dewletên navborî her weha kit e kit jî bi peyamên xwe yên dewletî berê bûyerê şermezar kiribûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin