Amerîka: Tengava Hurmuz vekirî ye
Piştî ku Îranê ragihandibû ku Tengava Hurmuzê girtî ye ji aliyê artêşa Amerîkayê ve daxuyaniyeke hat belavkirin û hat diyarkirin ku Tengava Hurmuzê vekirî ye.
RûpelNews - Fermangeha Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser platforma medyaya civakî ya der barê Tengava Hurmuzê de daxuyaniyekê belav kir û da zanîn tengav ne girtî ye vekirî ye.
CENTCOMê destnîşan kir ku ji 20ê Hezîranê ve çûnûhatina keştiyên bazirganî di Tengava Hurmuzê re her zêdetir bû.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Îro, bi derbasbûna 55 keştiyên bazirganî re, derbasbûna ewle di vê rêya avê ya navneteweyî de hate parastin, di heman demê de van keştîyan barên mezin û zêdetirî 17 milyon bermîl petrol ber bi bazarên cîhanî ve birin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin artêşa Amerîayê ji bo çûnûhatina bi ewle li ser kar û erka xwe her berdewam e.
Berê niha ji hêla Îranê ve hatibû ragihandin ku ji ber êrîşa Îsraîlê li dijî Lubnanê, Tengava Hurmuzê hatiye girtin.
