Amerîka sipasiya hukumeta Herêma Kurdistanê kir

18 gulan 2021 02:38
Amerîka sipasiya hukumeta Herêma Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê bi sedema tewrê hukumeta Herêma Kurdistanê ya di derbareyê azadiya çapemeniyê û rêzgirtina li hemberê dîplomatan, ragihandina hukumeta Herêma Kurdistanê bi xweşî û razîbûn pêşwazî kir. Konsulxane di malpera xwe ya medya civakî de weha got:

“Em ji desteka tam ya hukumeta Herêma Kurdistanê bo çapemeniya azad û desteka hukumetê ya bo xebata dîplomatan, em bi temamî razîne.”

Konsulxane her weha ragihand ku xebata hukumetê bi nûnerên rêxistinên sîvîl yên civakî re ya li ser bingeha mafên mirovan û desthilata qanûnan gelek başe û jê razîne.

Serokwezîrê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî bi cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Joey Hood, bi cîgirê nûnerê Amerîkayê yê bo Sûriyê Aimee Cutrona û bi berpirsa Sûriyê û Iraqê ya konseya ewlehiyê ya Amerîkayê bi Zahra Bell re hevdîtin kiribû.