Balyozê Îngîltere Thornton sipasiya Hukumeta Herêma Kurdistanê kir

10 adar 2021 05:09
Balyozê Îngîltere Thornton sipasiya Hukumeta Herêma Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Balyozê Hewlêrê yê Îngîltere James Thornton, bi sedema Hukumeta Herêma Kurdistanê seredana Papa yê Vatîkênê bo Herêma Kurdistanê baş organîze kir û di pêşwaiyê de serkeftî bû, sipasiya Hukumeta Herêma Kurdistanê kir. Balyozê Brîtanyayê James Thornton di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha got:

“Bi sedema merasima seredana Papa bi awayekî serkeftî organize kir, bo hukumeta Herêma Kurdistanê sipasiya xwe dikim. Dê ev seredan bo demekî dirêj weka seredaneka girîng bê bibîranîn. Merasima Papa ya li Hewlêrê gelek bi kêf bû û amadebûna min ciyê şanaziyê bû.

Civaka Xîrîstiyanên li Herêma Kurdistanê bi civaka Misilman, Êzîdî û bi yên din re, di nav aşitiyê de dijî û ev yek dikare dewam bike.”

Thornton, tevlî merasima Hewlêrê ya ayînê ya ji aliyê Papa de li Stadyûma Franso Herîrî hat îdarekirin bû bû.