Amerîka: “Em ê desteka xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dewam bikin”

18 rêbendan 2024 05:04
Amerîka: “Em ê desteka xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dewam bikin”

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Matthew Miller, di civîna çapemeniyê ya rojane de, li ser êrîşa Îranê ya ser Erbîlê daxwuyanî da û got:

“Em êrîşên Îranê şermezar dikin û em ê desteka xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dewam bikin. Dixwazim bibîr bixim ku wezîrê me Antony Blinken bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re axifiye û desteka xwe ji bo Kurdistanê dubare kiriye û êrîşê şermezar kiriye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 16.01.2024an de li Davosê bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken re civiyabû û di hevdîtinê de êrîşên Îranê yên ser Kurdistanê ku tê de sîvîl hatibûn kuştin û birîndarkirin, şermezar kiribûn.