Amerîka: Mirin dê li ser Îranê bibare
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth qala êrîşeke mezin a li ser Îranê kir. Hegseth got: "Me heta niha nêzîkî li 7 hezar cîh xistine. Êrîşa dê îro pêk bînin heta niha dê ya herî mezin be. Mirin û wêranî dê ji esmanan li ser Îranê bibare."
RûpelNews - Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth û Sererkanê Giştî yê Amerîkayê Dan Caine li Pentagonê derbarê rûdanên dawî yên di şerê li dijî Îranê de konferanseke çapemeniyê li dar xistin.
"Me li 7 hezar cîh li Îranê xistin"
Wezîrê Amerîkayê got, "Em ji roja yekem ve bi awayekî sîstematîk ber bi armancên xwe ve diçin. Em mûşek, roketan û binesaziya nukleerê ya Îranê ji holê radikin. Ev ji serî ve hedefên me bûn. Me nêzîkî 7 hezar hedef xistine."
"Mirin dê li ser Îranê bibare"
Hegseth diyar kir ew her roj êrîşeke ji ya din mezintir li dijî Îranê pêk tînin. Êrîşa ku îro pêk bînin dê heta niha ya herî mezin be. Mirin û wêranî dê ji esmanan bibare.
Li gor gotina Hegseth parastinên Îranê bi temamî hatine wêrankirin, her wiha 11 binavkên Tahranê jî hatine wêrankirin.
"Me 120 keştiyên Îranê û 144 firoke îmha kirin"
Serokê Encûmena Serfermandariya Giştî ya Hevbeş a DYA'yê Dan Caine got, "Me 120 keştiyên Îranê û 144 firoke îmha kirin. Leşkerên me vê yekê bi baldariyeke bêhempa pêk tînin. Tirsê wan ê herî mezin ew e ku nikaribin karê xwe bikin. Çekên me yên zêde û hedefên me yên zêde hene."
