'Amerîka li ser rîska Hurmuzê nirxandineke baş nekir'

13 adar 2026 11:11

Li gorî nûçeyeke CNN a Amerîkî hatiye îdiakirin ku berpirsên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê têra xwe li ser wê yekê nesekinîn ku rejîma Tehranê piştî êrîşên li ser Îranê, dê Tengava Hurmuzê bigire.

'Amerîka li ser rîska Hurmuzê nirxandineke baş nekir'

RûpelNews - Di nûçeya CNNê de ku îşaret bi rayedarên Amerîkî yên ku nexwestiye navê xwe diyar bike, hat îdiakirin ku di dema pêvajoya plansaziyê de, rayedarên ewlehiya neteweyî têra xwe li ser egera girtina Tengava Hurmuzê – ku wekî 'senaryoya herî xirab' tê dîtin – nefikirîne.

Di nûçeyê de her wiha hat destnîşankirin ku berpirsên payebilind ên ewlehiyê di civînên agahdarkirinê yên ji bo Kongreya Amerîkayê de li ser vê mijarê li xwe mikur hatine ku ji bo egera girtina tengavê tu amadekariyeke berfireh nehatiye kirin.

Nirxandina rêveberiya Amerîkî

Li gorî nûçeyê, rêveberiya Amrîkayê ew nêrîn pejirandiye ku girtina Tengava Hurmuzê ji aliyê Îranê ve dê ji bo Tehranê encamên aborî yên girantir bi xwe re bîne. Hat îdiakirin ku faktoreke sereke di vê nirxandinê de, têkçûna Îranê ya di cîbicîkirina gefên xwe yên girtina kendavê de bû, piştî êrîşên Amerîkayê yên li ser binkeyên wê yên atomî di Hezîrana 2025an de.

Lêbelê, berpirsekî berê yê Amerîkî ku di bin her du rêveberiyên Komarî û Demokrat de kar kiriye, ev geşedan rexne kirin û diyar kir ku plansaziya ji bo egera girtina Tengava Hurmuzê bi dehsalan e yek ji prensîbên bingehîn ên siyaseta ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê ye.

Biryara Îranê ya li ser Tengava Hurmuzê

Hikûmeta Îranê ragihandibû ku, piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê li ser welêt, wê Tengava Hurmuzê li ber keştiyên welatên ku bi êrîşan ve girêdayî ne, girtiye.