Amerîka li ser êrîsa Mescîdî Aqsayê daxwuyanî da
PeyamaKurd – Koordînatorê stratejiya Amerîkayê yê Koşka Sipî John Kirby, li ser mijara êrîşa hêzên Îsraîlê ya piştî terawîhan ya ser Mescîdî Aqsayê ragihand ku ew di mijarê de bi endîşe ne. Kirby hem bang li Îsraîlê û hem li Fîlîstînê kir ku aram bin û weha got:
“Em, wê şiddeta ku dewam dike, jê bi endişe ne. Em bang li terefan dikin ku xwe ji arîşeyan dûr bixin. Gelek girînge ku niha Îsraîlî û Fîlîstînî bi hev re bixebitin.”
Yahûdiyên fanatik bi sedema cejna xwe ya Pesahê bang kiribûn ku qurban serjêbikin û bavêjin ser Mescîdî Aqsayê. Fîlîstîniyên ku Mescîdî Aqsayê de bûn di mescidê asê mabûn,deriyan li ser xwe girtibûn û hêzên asayîşa Îsraîlê bi bombeyên rondikbaranê, jop bombeyên xazê êrîşê ser Fîlîstîniyan kiribûn. Piştî limêja sibê jî Îsraîl 450 Fîlîstîniyan xistibûn binçav.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin