Amerîka li ser êrîsa Tirkiyê ya li Sengalê daxwuyanî da

17 hezîran 2022 04:15
Amerîka li ser êrîsa Tirkiyê ya li Sengalê daxwuyanî da

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê ji ber do artêşa Tirkiyê bi dronê êrîş biribû ser Şengalê û di êrîşe de pîremêrekî û neviyê wî yê 12 salî can dabûn daxwuyanî da. Daxwuyanî ji aliyê wezareta karên derve ya Amerîkayê ji beşa Karên Rojhilata Nêz di ser hesabê Twitterê de hat dayîn. Di daxwuyaniyê de weha hat gotin:

“Em bi mirina zarokê 12 salî yê bi navê Salih Nasir Xidir û xelkê Êzîdî yên Şengalê yên sîvîl gelek xemgînin. Li ser Êzîdiyan gelek şiddet û tade hat kirin. Weka her mirovên din, Êzîdî jî xwediyê mafin ku di nav aştiyê û aramiyê de bijîn. Em ji bo malbatên wan sersaxiyê dixwazin.”

Artêşa Tirkiyê do êrîşekî bi balafira bê ajotvan biribû ser bajarokê Sinûne ya li Şengalê û di encamê de Salih Nasir Xidirê 12 salî û bapîrê wî jiyana xwe ji dest dabûn û 10 kes jî birîndar bûbûn.