Amerîka li ser êrîsa li dijî HSDê lêpirsînê dike!
20 cotmeh 2018 14:33
PeyamaKurd- Hatibû îddakirin ku li herêma Hecînê hêzên koalîsyonê bi xeletî li çekdarên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) xistiye. Amerîka li ser vê bûyerê lêpirsînê dide destpêkirin.
Di derbarê bûyerê de Berdevkê Koalîsyonê Serheng Sean Ryan daxuyaniyek da û got ku li ser êrîşa hewayî ku çekdarên Hêzên Sûriya Demokratîk hedef girtine, me lêpirsîn daye despêkirin.
Ryan wiha dewam kir: “Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî IŞÎDê muttefîkên me ne. Heta ku ew li Rojhilatê Firatê li dijî IŞÎDê têkoşînê bikin jî em ê piştgiriya wan bikin.”
Beriya niha çavkaniyeke Rûsî îdda kiribû ku li herêma Hecînê hêzên koalîsyonê bi xeletî li çekdarên Hêzên Sûriya Demokratîk xistiye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ji Amerîkayê êrîsa asmanî li dijî DAISê
30 adr 2025
Cîhan
Hosyar Zêbarî: Êrîsa Kormorê li dijî berjewendiyên Amerîkayê ye
28 mjd 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin