Amerîka | Li Nashville Newroz wek cejneke fermî hat pejirandin

21 adar 2023 22:04
Amerîka | Li Nashville Newroz wek cejneke fermî hat pejirandin

PeyamaKurd - Li bajarê Nashville yê eyaleta Tennessee ya Amerîkayê, Cejna Newrozê ji aliyê şaredariyê ve wekî cejneke fermî hate pejirandin. Li Nashville zêdetirî 20 hezar Kurd dijîn ku wekî Kurdistana Biçûk a li Amerîkayê jî tê naskirin.

Serokê Şaredariya Nashville John Cooper û Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi beşdariya Kurdên Nashvilleyê di merasîma fermîkirina Cejna Newrozê de gotar pêşkêş kirin.

Piştî pejirandina biryarê cara yekem li Nashville, Ala Kurdistanê ji rojekê li tenişta Ala Amerîkayê li ber Şaredariya Bajarê Nashville hat bilindkirin.

Ji niha û pê de wê her sal Cejna Newrozê li Nashville ji bo Kurdistaniyan bêhnvedana fermî be û ger bixwazin dikarin neçin ser kar û erkê xwe.

Encûmena Şaredariya Washingtona paytexta Amerîkayê jî beriya vê biryarê reşnivîseke pêşniyarkirî pesend kiribû ku tê de hatibû xwestin, cejna Newrozê wek bûyereke "kulturî û dîrokî" bi fermî were nasîn.

Hat ragihandin ku Encûmena Şaredariya Washingtonê roja Sêşemê 1ê Adara 2022yan, ew reşnivîs bi piraniya dengên encûmenê pesend kiriye û fermîbûna Newrozê hatiye pejirandin.