Amerîka | Saredariya Nashville Adar bi fermî kir ‘Meha Kelepora Kurdî’
PeyamaKurd – Şaredariya bajarê Nashville yê Eyaleta Tennessee ya Amerîkayê meha Adarê bi fermî wekî ‘Meha Kelepora Kurdî’ nas kir.
Konsulxaneya Giştî ya Amerîka ya li Hewlêrê ragihand ku Serokê Şaredariya Nashville ya Wîlayeta Tennessee, John Cooper meha Adarê wek Meha Kelepora Kurdî nas kir.
Di parvekirina ser medya civakî ya Konsulxaneya Giştî ya Amerîka ya Hewlêrê de hatiye gotin, Serokê Şaredariya Nashville John Cooper ragihandiye: “Şanaziyê bi wê dikim ku meha Adarê bi fermî wek Meha Kelopera Kurdî radigihînim.”

Cooper gotiye, cihê şanaziyê ye ku bajarê Nashville, mala hejmareke mezin a Kurdan e li Amerîka.
Hêjayî bibîrxistinê ye, bajarê Nashville wekî Kurdistana Biçûk a li Amerîkayê jî tê naskirin ku hejmarek zêde kurd lê dijîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin